Bi wêneya Alanê Kurdî hat lîskandin

Polîsê Almaniyayê ragihand, duh hejmarek kesên nenaskirî li ser wêneya Alanê Kurdî ya li ser dîwarekî Frankfortê hatibû çêkirin, bi boyê lê dabûn û li ser nivîsandibûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsê Almaniyayê ragihand, duh hejmarek kesên nenaskirî li ser wêneya Alanê Kurdî ya li ser dîwarekî Frankfortê hatibû çêkirin, bi boyê lê dabûn û li ser nivîsandibûn.

Li nêzîk Banka Navendî ya Yekîtiya Ewropayê û li navenda bajarê Frankfort yê Almanyayê, du xortên şêwekar yên Alman, bi navên Cestis Pîker û Oguz Şen, wêneya Alanê Kurdî li ser dîwarekî ku bi 20 m dirêjbûn û 6 bilindbûn çê kiribûn.

Berdevkê polîsên Almanyayê ragihand ku, kesine nanas bi boya zîvî li ser dîwarê Alanê Kurdî nivîsîbûn “Sînor jiyanê rizgar dike”

Alanê Kurdî, ew penaxwazê Rojavayê Kurdistanê yê ku di deryaya Egeyê de ligel dê û birayekî xwe xeniqîbûn û termê wî li qeraxê bajarê Bodrumê dirêjkirî, cîhan hejandibû. 

Hin çalakvanan jî li ser tûra pêwendiyên civakî belav kiribûn, ku dest bi hilmeteke komkirina pereyan bikin, bo careke din wêneya Alanê Kurdî li ser wî dîwarî ji aliyê wan herdu şêwekaran ve, bê nexşandin.