“Bikaranîna çekan rêya demokratîk a çareserkirina pirsa Kurdî digire”

Piştî şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê, niha jî li navçeyên bakurê Diyarbekirê hêzên ewlekariya Tirkiyê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyoneke berfireh dane destpêkirin. Siyasetmedar û rewşenbirên Kurd dibêjin ev 40 sal in di navbera dewlet û PKKê de şer heye û ti aliyan encam ji şer nestandine û ji bilî axaftinê, ti rêyeke din ya çareserkirina pirsa Kurdî nîn e.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f2e3be2a-7353-4c79-a263-695c0948dc17/operasyon.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Piştî şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê, niha jî li navçeyên bakurê Diyarbekirê hêzên ewlekariya Tirkiyê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyoneke berfireh dane destpêkirin. Siyasetmedar û rewşenbirên Kurd dibêjin ev 40 sal in di navbera dewlet û PKKê de şer heye û ti aliyan encam ji şer nestandine û ji bilî axaftinê, ti rêyeke din ya çareserkirina pirsa Kurdî nîn e.

Rayedarên dewleta Tirkiyê dibêjin, wan bajarên bakur ji şervanên YPSê paqij kirine û dê çiyayan jî ji PKKê paqij bikin. Ji 23ê Hezîranê ve hêzên ewlekariya Tirkiyê li derdora navçeyên Diyarbekirê bi piştgiriya balafirên şer dest bi operasyoneke berfireh kirine. Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Tirkiyê (PDK-T) Mihemed Emîn Kardaş dibêje, bi salan e ku dewlet gundewarên bakur bombebaran dike û li gorî mantiqê dewletê ev tê fêhmkirin, lê belê fersendên ku meşrutiyetê dide dewletê nayê fêmkirin.

Kardaş ji K24ê re axivî û got: “Her roj li herêma me 20-30 insan têne kuştin, bajar xira dibin. Wê çawa aştî çêbibe. Bawerî ji herdu aliyan jî nayê kirin. Lêbelê ya dibe li miletê feqîr dibe, ya dibe li gundî û rênçberan dibe. Kurd badîhewa têne kuştin.”

Li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û Yekineyên Parasina Sivîlan (YPS)ê de şer û pevçûnan derdora 10 mehan dewam kiribû. Ji her du aliyan bi sedan kesan canê xwe ji dest dan, piraniya 6 navçe û bajarên Kurdan wêran bibûn.

Nivîskar û çavdêrê siyasî Şerefxan Cizîrî dibêje, bi mirin, kuştin û operasyonan doza pirsa Kurdî çareser nabe, dewlet û PKK bi salan e gefan li hev dixwin lê negihane ti encaman. Cizîrî got jî: “Ne metoda ku PKK bikar tîne metodeke baş e; ne jî metoda dewlet bikar tîne metodeke baş e. Heger niyet çareserkirina pirsa Kurdî be, divê herdu alî jî dev ji rêyên xirab berde. Gelek mirov tên kuştin, gund wêran dibin, bajar xira dibin lê dîsa jî ji bo çareseriyê divê werin cem hev û li ser mêze rûnin. ”

Li gorî ragihandina rayedarên dewletê, PKK wesayitên bombebarkirî li herêmên bakurê Diyarbekirê; ku niha li wir operasyon birêve diçin hazir dike û dişîne bajaran. Ji ber vê yekê tê gotin ku yek ji armanca operasyonan ew e, ku pêşî li êrişên bi wesayitên bombebarkirî were girtin. Li gorî çavdêrên siyasî operasyon an jî zêdekirina tedbîrên ewlekariyê ti çareseriyekê dê neyne û bikaranîna çekan jî rê li ber çareserkirina pirsa Kurdî digre.