Dermîrtaş:Operasyonan cihê ku gel fitara xwe lê veke ne hiştine

Demîrtaş, ji Wanê derbasî navçeya Geverê ya Colemêrgê bû û bi şanda pê re serdana dikandar.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş dibêje, ji ber ku, li Geverê operasyon nebe, çi ji destê wan hatiye kirine lê niha di vê meha Remezana pîroz de, cihê ku, gelê me bikare fitare xwe veke nehîştine.

Demîrtaş, ji Wanê derbasî navçeya Geverê ya Colemêrgê bû û bi şanda pê re serdana dikandar û esnafên navçeyê kir û li taxa Cûmhuriyetê ku, hatiye wêrankirin lêkolîn kirin. Demîrtaş, li garaja Şaredariyê beşdarî bernameya fitarê bû.

Piştî fitarê, Demîrtaş axaftinek kir û got, Gever wiha hatiye wêrankirin ku, di vê meha Remezanê de cihê nivistinê nehatiye hîştin, cihê fitarê nehatiye hîştink. Kesê vê yekê kiriye jî, ew Erdogan e ku, Quran di dest de meydan bi meydan digere.

Demîrtaş got, di dîrokê de nîmuneyên qirkirin, şer û zilmê hene, lê hin gelan jî berxwe dane û ser piyan mane.

Demîrtaş da zanîn ku,  Doza gelê kurd rewa ye, ji ber vê dê serkeve û azadî nêzîkê. Şikur ku, gelê kurd zilmû zordarî tu kesê nekiriye, mal û milkên wan talan nekiriye.