Xelkê Kobanê ji K24ê re çêroka komkujiyê vedibêjin
Berî salekê, rojek ji meha Remezanê komkujiya berbangê li kobanê hat encam dan, xelkê wî bajarî û malbatên ku kesên wan di wê komkujiyê de ji dest dane, çawaniya rûdana wê komkujiyê ji K24ê re vedibêjin.
K24 – Hewlêr

Saleke bi ser komkujiya kobanî re derbas dibe, di 25 hizêrana 2015an de roja pênşemê, ku tê de bi dehan zarok, xort, keç, jin, kal û pîr bûn qurbaniya komkujiya reş. li gor jêderên taybet ji K24 ragihandin, bihtir ji 400 welatiyên kobanê canê xwe di wê komkujiyê de ji dest dane.