Reşnivîsa girêbesta civakî Federalîzma Rojava bidawî bûye

Komîteya girêbesta civakî ya sîstema federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê reşnivîsa girêbestê bidawî kir, û bi wê yekê gava yekemîn bi aliyê pejrandina sîstema federalîzmê ve dide.

 

K24 – Qamişlo

Komîteya girêbesta civakî ya sîstema federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê reşnivîsa girêbestê bidawî kir, û bi wê yekê gava yekemîn bi aliyê pejrandina sîstema federalîzmê ve dide.

Serkirdên partiyên di federalîzmê de didin zanîn ku, ev sîstem misogerî ye ji mafê hemû gelên deverê re. Herwiha çareseriya herî baş e ji kirîza Sûriyê ye. Ji aliyekî din ve dibînin ku, pejrandina sîstema navbûrî ji aliyê hin hêzên herêmî ve dê were redkirin, lê hêzên nadewletî di pêşerojê de dê piştgiriya wê bikin.

Hin parêzerên pispor ji aliyê xwe ve dibînin ku, ev peyman bêyî bingehên siyasî û yasayî hatiye amedekirin. Herwiha didin zanîn ku, girêbesteke bi vî awayî ku mîna destûrekî ye, diviyabû ji aliyê perlemaneke hilbijartî ve bihata pêşkêşkirin û ji aliyê milet ve jî referandûm li ser bihata çêkirin.

Biryar e di 27ê vê mehê de Desteya Rêxistinî ya sîstema fediralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê civînekê bo gotubêjkirina girêbesta civakî dê lidar bixe, ku piştî mehekê vê girêbestê bi çapa xwe ya dawî dê radestî Encûmena Damezrêner bike, da ku ew jî ji aliyê xwe ve di heyama 3 mehan de bipejirîne. Piştî wê dest bi hilbijartinan bibe, bo avakirina kongireya gelên demukratîk ku ji sedî 60 jê nûnerên serbixwe û rêxistinên sivîlin û ji sedî 40 jî ji pêkhateyên siyasî ne.