Li Enqerê teqe li otubûsên diçin Bakur tê kirin

Li Enqerê teqe li otubûsên ku diçin bajarên Kurdan hat kirin û di encamê de 7 kesên rêwî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Enqerê teqe li otubûsên ku diçin bajarên Kurdan hat kirin û di encamê de 7 kesên rêwî birîndar bûn.

Parêzgarê Enqere Mihemed Kilçilar ragihand ku, kesekî gule bi ser otubûsên ku diçin bajarên Diyarbekir, Qoser û Wanê berdan, di encamê de jî 7 kesên sivîl yên rêwî birîndar bûn.

Kilçilar red kir, ku ew êrîş teroristî be û aşkere kir jî êrîşker di otombêleke reng spî de bû û hatiye desteserkirin.