Axiftin ên Erdogan li ser rifrandom a Birîtanîyayê dibe rojev a partîyan
Daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê referandûmê de di rojeva partiyên muxalefetê de bû. Partiyên siyasî diyar kirin ku dê tu cidiyeta daxuyaniya Erdogan li bal Yekîtiya Ewropayê nebe û ev resta Erdogan dê zirarekemezinbighîneTirkiyê.
K24- Bakûr a Kurdistanê
Daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê referandûmê de di rojeva partiyên muxalefetê de bû. Partiyên siyasî diyar kirin ku dê tu cidiyeta daxuyaniya Erdogan li bal Yekîtiya Ewropayê nebe û ev resta Erdogan dê zirarekemezinbighîneTirkiyê.
Recep Tayyip Erdoganê Serokkomarê Tirkiyê bikaranîna Tirkiyê ya di kempanya ya referandûm a Brîtanyayê de û dirêjkirina prosesa gotûbêjan ya bi Yekîtiya Ewropayê rexne kir û da zanîn ku heger ew pêwîst bibînin ew dê derbarê prosesa gotêjan de biçin referandûmê.
Daxuyaniya derbarê referandûmê wek resteke Erdogan ya li hemberî Yekîtiya Ewropayê hate nirxandin û li gorî partiyên muxalefetê daxuyanî cihê zirarê ye ji bo Tirkiyê. CHPê bal kişand li ser pêdiviya endamtiya Tirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropayê û diyar kir ku bi referandûma Brîtanyayê dê Tirkiye bi tenê were hiştin.
Ozturk Yilmaz-Parlamenterê CHPê, dibêje: "Yekîtiya Ewropayê ev daxuyanî gelekî cidî negirt. Ji ber hûn dixwazin bibin endam û gotûbêjan bikin. Yekîtiya Ewropa vê yekê mantîqî nabîne. Yanî wekî tiştekî erênî nayê fahmkirin. Bi tenê em ê zirarê bidin xwe."
Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel jî bi bîr xist ku hêmana sereke ya referandûma Brîtanyayê Tirkiye ye û diyar kir ku di 14 salên desthilatdariya AKPê de giraniya Tirkiye her ku diçe kêmtir dibe. Ozel diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê guh nede daxuyaniyên Erdogan.
Ozgür Ozel-Cîgirê Serokê Koma CHPê, dibêje: "Berê gava Serokkomar daxuyaniyekbi bandor dida muxabên wê ew dinirxand. Lê mixabin Yekîtiya Ewropayê guh neda daxuyaniya Erdogan û got; " Hûn çi dixwazin wê bikin".
HDP jî dibêje daxuyaniyên Erdogan nîşaneya wê yekê ye ku Tirkiye dev ji armanca xwe berdaye ku bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Cîgira Koma HDPê Çaglar Demîral pêdiviya Tirkiyê ya ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê bi bîr xist û got divê Tirkiye yekser krîterên Yekîtiya Ewropayê bi cih bike.