K24 nav ên qurbanî yên topbaran a evro ya Îranê bo ser Herêm a Kurdistanê belav dike
Bi eger a topbaran ên evro yên komar a Îslamî ya Îranê bo ser Herêm a Kurdistanê li dever ên Hacî Omeran û Sîdekan, 4 hevwelatî birîndarbûn ku sê ji wan zaro ne û rewş a saxlemî ya yekî ji wan birîndaran ne ya akince.
K24- Soran

Nûçegihanê Kurdistan24, li wê deverê ragehand: Bi eger a burdûman a evro ya Îranê, 4 hevwelatî birîçndarbûne li derdor ê Hacî Omeran bi nav ên Anî Îbrahîm-temen 10 sal, Nahîde Sultan temen 11 sal, Elî Îbrahî temen 8 sal û Karwan Ebdûlla temen 25 sal.
Got jî: Ew birîndar hatin gehandin bo nexweşxane ya Qeza ya Çoman, lê yek ji wan birîndaran bi nav ê Karwan Ebdûlla, rewş a wî ya saxlemîyê neya akince û renge bihê şandin bo nexweşxane yên Hewlêr.
Xuya jî kir ku ew hevwelatî yên birîndarbûne ji wan xêzan ên revend û koçerin ku salane bi mebest a ajeldarîyê diçin zozan ên wê deverê.
Evro sipêdeyê Topxane yên Îranê burdûman Herêm a Kurdistanê kirin li dever ên sinûrî yên Hacî Omerean û Sîdekan. Ji bilî birîndarbûn a hijmarek a hevwelatîyan, hinek gundîyan jî mal ên xwe hêlane û herweha agir berbû ye pûş ûqesel ên deverê.