ENKS banga xwepêşandanê kir
Di 27ê sala 2013an û di dema xwepêşandanekê lidijî kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Asayîşa wî bajarî êrîş birin ser xwepêşandanê, di encam de 6 kes şehîd bûn.
K24-Amûdê
Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ya ser bi Encûman Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) bi armanca şermezarkirina kumkujiya bajarê Amûdê banga xwepêşandankê kir.
Derbarê vê mijarê peymanêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragehand ku, li ser daxwaza Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ya ser bi Encûman Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) û bi armanca şermezarkirina kumkujiya bajarê Amûdê daxwaz ji hemwelaiyên wî bajarî kirin ku, sibe saet şeşê êvarî derkevin xwepêşandanekê.
Li gor daxuyaniya ENKS ku, derbarê vê yekê de belavbûye, ew xwepêşandanê dê ber bi gorîstana şehîdan a li bajarê Amûdê ve biçe.
Di 27ê sala 2013an û di dema xwepêşandanekê lidijî kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Asayîşa wî bajarî êrîş birin ser xwepêşandanê, di encam de 6 kes şehîd bûn.