Şervan Derwîş:Yek hezar û 300 çekdarên DAIŞê li Minbicê hatine kuştin
Di 1ê vê mehê de, operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê destpê kir.
K24-Minbic
Berdevkê Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê Şervan Derwîş ragehand ku, wan heta niha yek hezar û 300 çekdarên DAIŞê kuştine.
Derbarê marên kuştiyên çekdarên DAIŞê Berdevkê Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê Şervan Derwîş ji K24ê ragehand ku, şervanên wan ji destpêka operasyona Minbicê heta niha yek hezar û 300 çekdarên DAIŞê kuştine.
Derwîş da zanîn ku, (700-800) termê kuştiyên DAIŞê jî di destê şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê û HSD de ne.
Di 1ê vê mehê de, operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê destpê kir.