Rêjîma Sûriyê navçeya El-Remliyê kontirol kir

Li bajarê Selemiyê jî şer di navbera Artêşa Sûriyê û Ceyîş El-Tewhîd û Cind El-Bedir de derket

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê piştî şereke giran ligel çekdarên Cebhet El-Nûsrayê karîn bajarokê El-Remliyê ya Stratejîk ku, dikeve başurê bajarê Selemiyê ser bi parêzgeha Hemayê ve kontirol bike.

Derbarê vê yekê ajansa fermî SANA ya ser bi rejîma Sûriyê ragehand ku, Hêzên Artêşa Sûriyê piştî şerekê ligel çekdarên Cebhet El-Nûsrayê karîn bajarokê El-Remliyê ya Stratejîk ku, dikeve başurê bajarê Selemiyê ser bi parêzgeha Hemayê kontirol bike.

Ji aliyekê din ve li bajarê Selemiyê şer di navbera Artêşa Sûriyê û Ceyîş El-Tewhîd û Cind El-Bedir de derket, di encam de dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin.