Amerîka:YE bêyî Brîtanya jî 449 milyon kese

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bi mebesta kombûnê ligel Wezîrê Derve yê Îtalya Pawlo Kîntîlonî û Serokwezîrê Israîlê Biyamîn Natanyaho serdana bajarê Romayê kirbû.

K24-Navenda Nûçeyan

 Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry derbarê cudabûna Brîtanya ji Yekîtiya Ewropa (EY) ragehand ku, YE bêyî Brîtanyayê jî xwedî aboriyek bihêze.

Duh, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bi mebesta kombûnê ligel Wezîrê Derve yê Îtalya Pawlo Kîntîlonî û Serokwezîrê Israîlê Biyamîn Natanyaho serdana bajarê Romayê kirbû.

biryara cudabûna Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê, Sûriyê, Iraq û Lîbya û lûtkeya NATO ku, biryare di 8 û 9 meha Temûza bê de wê li bajarê Warso li darkeve babetên herî giring yê civîna Kerry bûn.

Di civînê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry wiha got: “Yekîtiya Ewropayê bêyî Brîtanyayê jî, xwedan 449 milyon kese, herwih xwedî aboriyeke bihêze.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê amje bi wê yekê kir ku, bi mebesta têgihştin li bîr û baweriyên welatiyên Lendin û Brokselê, herwiha çawaniya cudabûna Brîtanya ji YE wê sibe serdana welatê Belçîka bike.”