ragehandin a hikumet a herêm a Kurdistanê li ser burdûman ên sinûrî

Serokatiya civata wezîrên Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de li ser bombebarankirina deverên ser tixûbên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve, tevî daxwazkirina rawestandina bombebarana deverên tixûbiyên Herêma Kurdistanê, ji hemû aliyan re dibêje ku, çênabe axa Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser welatên cîranên Herêma Kurdistanê bê bikaranîn.

Serokatî ya civat a wezîr ên Herêm a Kurdistanê, di ragehandinekê de li ser burdûmankirin a dever ên ser sinûr ên Herêm a Kurdistanê ji aliyê Îran  û Tirkiyeyê ve, tevî daxwazkirin a rawestandin a burdûman a dever ên sinûrî yên Herêm a Kurdistanê, bi hemû aliyan re diragehîne ku, çênabe ax a Herêm a Kurdistanê bihê bikarhînan bo ser  welat ên hevsû yên Herêm a Kurdistanê.


Ew a li xwarê deq a wê ragehandinê ye:

 

Di dema çend rojên bûrî de deverên ser tixûbî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamiya Îran û Komara Tirkiyeyê ve tên bombebaran kirin ku di encam de hijmareke hevwelatiyên Herêma Kurdistanê birîndar bûne, herwesa xelkê bi dehan gund jî neçar bûn gundên xwe çol bikin û bi dehan şivan, cotkar û koçer jî neçar bûn ji zozanan bên xwarê û ziyaneke mezin ber bi çandinî, terşûtewal û jîngeha Herêma Kuridstanê ketiye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember wan ziyanan radigehîne û daxwazê ji her du dewletên cîran; Komara Îslamiya Îran û Komara Tirkiyeyê dike bombebarana deverên ser tixûb rawestîne. Herwesa hikûmeta Herêma Kurdistanê îsrarê li ser wê yekê dike ku siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê digel cîranan nehatiye guhertin û bi dostanî û qanûnên navdewletî ji bona parastina aramiya tixûbê wan dewletan û hewildan ji bona aşitî û aramiyeke berdewam ji bo gelê Herêma Kurdistan, gelên Îran Tirkiyeyê û yên devera pabend e.

Di heman demê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe li hember bikaranîna ax û tixûbên Herêma Kuridstanê  ji bo ziyangehandin û êrîşkirina ser welatên cîranên Herêma Kuridstanê ji aliyê hindek aliyên opozisyonên Komara Îslamiya Îranê û ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve, radigehînin e û daxwazê ji hemû aliyan dike ku êdî axa Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser cîranên Herêma Kurdistanê neyê bikaranîn û hurmetê ji aramîya jiyana xelkê herêma Kurdistanê re û ji qanûn û têkeliyên dostaneyên Herêma Kurdistanê digel dewletên cîran re bigirin.

Serokatiya civata wezîrên Herêma Kuridstanê
26.06.216