Li Agirê, jehr a mêş a hingivê wek derman bikar dihînin
Ji demên borî heya îro ji Mêşa Hingiv hem ji hingivê ku çêdike û hem jî ji bo gelek êşan ji jehra wan sûd tê wergirtin. Li Agiriya bakurê Kurdistanê jî, kesên ku karê mêşvaniyê dikin, ji bo welatiyên nexweş jehra mêşan wekî derman bi kar tînin.
K24- Agirî
Ji demên borî heya îro ji Mêşa Hingiv hem ji hingivê ku çêdike û hem jî ji bo gelek êşan ji jehra wan sûd tê wergirtin. Li Agiriya bakurê Kurdistanê jî, kesên ku karê mêşvaniyê dikin, ji bo welatiyên nexweş jehra mêşan wekî derman bi kar tînin.
Di jiyana rojane de ji bilî dermanên bijîşkî welatî dermanên sirûştî jî zêde bi kar tînin. Li bajarê Agiriyê jî welatiyê ku karê mêşvaniyê dikê Ebûbekîr Demîr, bi metoda ku wî bi tena serê xwe pêş ve biriye, bi jehra mêşan ji bo welatiyên nexweş dibe deriyê hêviyê. Mêş bi destê kesekî li ser devera ku diêşe tê girtin û dihêlin ku mêş bi wî cihî vede û bi vî awayî jî dermankirin dest pê dike. Li gorî lêkolînên hatinê kirin jehra mêşa hingiv avzêya hormona kortîzonê(hormona ku çêbûna îltihabê kêm dike) zêde dike.
Di vê heyama ku em tê de dijîn ev jehra mêşan di serî de ji bo nexweşiyên wekî bayê nebaş, êşên çerm, îltihaba kabikan û ji bo êşên norolojî tê bikaranîn.Welatiyên ji bijîşkan bê hêvî mane berê xwe didin van dermanên sirûştî.
Nevzat Gormez- Welatî-got:"Ez çend caran ligel Ebubekir çûm zozana. Mêş berdan ser laşê min. Piştre ev dermanê propolîs yanî ya ku toza kulîlkan, hingiv û şîrê mêşa di nav de heye, bi xwe çêdike, hekîm e. Ew da min û min ew bi karanî, bi xêra vê rewşa min gelekî rind bûya. Yanî romatîzmeya min 2 heb bûn yek jê çû û yan din jî, ji sedî 90 çû ye ji sedî 10 heye an tune ye."
Li gorî xwediyê van mêşên Zozanên Sînekê ya Agiriyê ev jehra mêşan ji bo tenduristiya mirovan ne talûke ye; beravajî devera ku mêş pê ve dide xwîn zêdetir li wî cihî zêde dibe û eşê dibire.
Ebûbekîr Demîr – Xwedi Mêşên Hingiv got:"Em ji bo tenduristiya mirovan bi taybetî jî ji bo romatîzma yanî bayê xerab de, bi mêşên hingiv bi derziyên wan alîkariya milet dikin, alîkariya nexweşa dikin. Ji xwe tenê derziyên mêşan tune ne. Em bêjin çêkirinekê me wisa jî heye.Di nav vê de şîrê mêşan heye em dibejin propolîs heye ev jî mêşên hingiv çedikin, zerdeçal heye û toza kulîlkan heye. Ev jî dermanik pir qedîm e ji bo tendiristiya mirovan."
Bi boçûna mêşvanan tu xetereya jehra mêşên hingiv tune ye. Lê belê eger alerjiya mirovan li dijî pêvedana mêşan hebe wê demê ev jehr ji bo tenduristiya mirovan hindek xetereyan derdixe holê. Herwiha hem mêşvan hem jî welatî dibêjin ku bila li ser pêvedana mêşên hingîv lêkolînên zêde bên kirin.