Navê Şirnexê weke "Bajarê Nûh" tê gûhertin

Li gor malpera El-Cezîre beşa Tirkî, hikûmeta AKPê dixwaze hêjmara bajarên Tirkiyê ji 81 bajaran bike 83 bajar.

K24-Navenda nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê dixwaze navçeya Mîdyat ya Mêrdînê û navçeya Erdîş ya Wanê bike bajar. Herwiha hikûmet dixwaze navenda parêzgeha Şirnexê bibe Cizîrê û ya Colemêrgê jî bibe Geverê. Herwiha biryare navê Şirnexê jî weke Bajarê Nûh bê gûhertin.

Li gor malpera El-Cezîre beşa Tirkî, hikûmeta AKPê dixwaze hêjmara bajarên Tirkiyê ji 81 bajaran bike 83 bajar.

Hikûmet dixwaze navçeya Mîdyat û Erdîşê bike bajar û bi vê yekê jî nasnavê bajarê mezin yê Mêrdîn û Wanê nemîne. Şaredariyên herdu bajaran jî di destê DBPê de ye.

Herwiha hikûmet li ser wê yekê dixebite ku, navê Şirnexê weke Şehrî Nûh yanî Bajarê Nûh bigûherîne. Li gor rîwayetan keştiya Hezretî Nûh li çiyayê Cûdî yê Şirnexê rawestiya ye û Şirnex navê xwe ji wê digire. Niha jî gelek rêxistin û welatiyên Şirnexê navê bajêr weke Bajarê Nûh bi nav dikin.