Elmanîya berengarî hewl ên ji navbirin a Yekêtî ya Ewrûpayê dibe
Wezîr ê derve yê Elmanîyayê, Firank Valter Ştanmayer ragehand: Yekêtîê ya Ewrûpayê berngarî hewl ên lawazkirin a wê yekêtîyê dê bibe û berevanîyê ji ser surman a derçûna birîtanîyayê ji wê yekêtîyê dê bike.
K24- Hewlêr

Piûtî ku Birîtanîya biryar da ji Yekêtî ya Ewrûpayê xwe vekşîne, şeş welat damezrêner ên wê yekêtîyê li Berlînê kombûn daku gêngeşeyê bikin li ser rewş a nû ya Yekêtî ya Ewrûpayê ew qebû yên hevrûşî wê dibin.
Şitanmayer, li gel hevta yên xwe li welat ên Firansa, Holenda, Îtalîya û Belcîkayê kom bû û ragehand: Yekêtî ya Ewrûpayê çi deman rê nade asayîş û akincî ya wê bikeve di metirsîyê de.
Herweha got: Bawerrî ya min ewe ku her 27 welat ên Yekêtî ya Ewrûpayê divên berevanîyê li wê yekêtîyê bikin û îrade û vîyanek a bi hêz wan heye bo berengabûn a hewl ên ji navbirin a Yekêtîyê.