Deste ya serbixwe ya maf ê mirov: Îraqê erk ên xwe encam nedaye beranber burdûman ên sinûrî
Di beyannameyekê de deeste ya serbixwe ya maf ê mirov li Herêm a Kurdistanê, topbaran Îranê bo dever ên sinûrî û hingavtin a hevwelatîyan şeramezar kir û daqxwaz ji hikumet a Îraqê kir, ku erk ê xwe yê bi cih bihîne û daxwaz ji Îranê bike rîz ji serwerî ya ax a Îraqê bigre.
K24- Hewlêr
Di beyannameyekê de deste ya serbixwe ya maf ê mirov li Herêm a Kurdistanê, topbaran Îranê bo dever ên sinûrî û hingavtin a hevwelatîyan şeramezar kir û daqxwaz ji hikumet a Îraqê kir, ku erk ê xwe yê bi cih bihîne û daxwaz ji Îranê bike rîz ji serwerî ya ax a Îraqê bigre.
Di wê beyannameyê de hatîye: Em dseste ya serbixwe ya maf ê mirov, ji bilî ku nîgeranî ya xwe diragehînîn ku dîsa carek a din hevwelatî yên sivîl û bi taybetî jî zaro dibin qurbanî yên şerr û milmilanêyan.
Herweh a di beyannameyê de hatîye, em daxwaz dikin bi zûtirîn dem ev şerr û pêkdadan biraweste û dawî bi şerr û kar ên serbazî bihê û li şûn a wê bi aştîyane û bi zimanê dayalog çareserî ya nakokî û arîşeyan bihê kirin û çi yê din hevwelatî yên sivîl û jînegeh û avedanî nebin qurbanî.
Herweha di bayannameye de hatîye ku divê hikumet a Herêm a Kurdistanê hewl ên xwe zêdetir bike daku xelk ê dever ê biparêze û hewl bide alî yên şerr ji dever ê dûr bike.
Deste ya serbxwe ya maf ê mirov di wê beyannameyekê de daxwaz ji hikumet a Îraqê kirîye ku erk ê xwe encam bide û daxwaz ji dewlet a Îranê bike rçz ji serwerî ya ax û yasa ya dewlet a Îraqê bigre.