Li Başurê Minbicê şer berdewam e
Operasyona rizgarkirina Minbicê di 1ê vê mehê de ji aliyê Encûmena Leşkerî ya Minbicê û HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî destpê kir.
K24-Minbic
Piştî derbasbûna bajarê Minbicê ji aliyê şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê ve, niha li başurê bajêr şereke giran di navbera wan û çekdarên DAIŞê de berdeam e, di encam de 16e çekarên DAIŞ hatin kuştin.
Peymnêrê K24ê li bajarokê Minbicê ragehand ku, operasyona rizgarkirina bajêr Berdewam e, niha jî şereke giran li başurê wî bajarokî di navbera şervanên HSD û çekdarên DAIŞê derketiye, heta niha 16e çekdar hatine kuştin.
Li gor agahiyê peyamnêrê K24ê şervan li nava bajêr pêşvediçin û taxên wî bajarî yek bi yek rizgardikin.
Operasyona rizgarkirina Minbicê di 1ê vê mehê de ji aliyê Encûmena Leşkerî ya Minbicê û HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî destpê kir.