Baydin: Ez ne li gel pişkkirin a Îraqê me.

Cêgrir ê serok ê Emerîkayê li ser pêşnîyaz a wî bo pişkkirin a Îraqê ragehand: Min behs a pişkkirin a Îraqê nekirîye, mebest a min fîdralî bûye.

K24- Hewlêr

Cêgrir ê serok ê Emerîkayê li ser pêşnîyaz a wî bo pişkkirin a Îraqê ragehand: Min behs a pişkkirin a Îraqê nekirîye, mebest a min fîdralî bûye.

Co baydin di dîdarekê de li gel kenal a Blûmbêrg gpt: Hêj bawerrî ya min bi wê çareserîyê heye ku Bexda paytext be û kontirol hebe bi ser sinûr û sîyaset derve , lê her yek dever ên Kurdî û Sûnne û Şîe desthilatek a hindûrî yeksan hebin. Bo evê yekê jî amaje bi desthilat hindûrî ya Kalîfornîyayê kir ku geşt ên taybet bi xwe hene û polîs a fîdral li wê wîlayetê hebûn nîne.

 Baydin her li ser evê pirsê got: Kurd çi caran rê nadin Polîs ên Şîe Kurdistanê dagîr bikin û Sûnne jî rê nadin.

Baydin careka dî pêdagirî dike li ser sîstem a fidralî bo Îraqê û bawerrî ya xwe jî bi evê sîstemê nîşan dide.