Fermandeyek ê sûpa yê Pasdaran gefan li Herêmê dike

Fermandar ê hêz a zemînî ya pasdar ên Îranê gef a bi armanckirin a navend ên partî yên rojhilat a Kurditanê dike.

K24-Hewlêr

Fermandar ê hêz a zemînî  ya pasdar ên Îranê gef a bi armanckirin a  navend ên partî yên rojhilat a Kurditanê dike.

Mehemed Pakpûr di hevpeyvînekê de bi amajedan bi hebûn a navend ên partî yên rojhilat a Kurdistanê li Herêm a Kurdistanê, ragehand eger pabend nebin bi pêşgirtin a bizav û kirok ên dijî asayîş a Îranê, li her cihekê bin  ew dê bibin armanc.

Gef a berpirs ên Îranî piştî wê yekê hat ku topxane yên Komar  a Îslamî ya Îranê dever ên sinûrî yên Sîdekan û Hacî Omeran li Herêm  a Kurditsanê topbaran kirin û bi eger wê bûrdûmanê jî çar hevwelatî birîndar bûn ku zaro bûn.

Hikumet  Herêm a Kurdistanê jî di beyannameyekê de ragehand ku daxwaz a ragirtin a burdûmanê kir û bi hemû alîyan ragehand ku nabe ax a Herêm a Kurdistanê  bo hêrişkirine ser welat ên hevsû yên Herêm a Kurdistanê bihê bikarhînan.