Fermandeyek ê sûpa yê Pasdaran gefan li Herêmê dike
Fermandar ê hêz a zemînî ya pasdar ên Îranê gef a bi armanckirin a navend ên partî yên rojhilat a Kurditanê dike.
K24-Hewlêr
Fermandar ê hêz a zemînî ya pasdar ên Îranê gef a bi armanckirin a navend ên partî yên rojhilat a Kurditanê dike.
Mehemed Pakpûr di hevpeyvînekê de bi amajedan bi hebûn a navend ên partî yên rojhilat a Kurdistanê li Herêm a Kurdistanê, ragehand eger pabend nebin bi pêşgirtin a bizav û kirok ên dijî asayîş a Îranê, li her cihekê bin ew dê bibin armanc.
Gef a berpirs ên Îranî piştî wê yekê hat ku topxane yên Komar a Îslamî ya Îranê dever ên sinûrî yên Sîdekan û Hacî Omeran li Herêm a Kurditsanê topbaran kirin û bi eger wê bûrdûmanê jî çar hevwelatî birîndar bûn ku zaro bûn.
Hikumet Herêm a Kurdistanê jî di beyannameyekê de ragehand ku daxwaz a ragirtin a burdûmanê kir û bi hemû alîyan ragehand ku nabe ax a Herêm a Kurdistanê bo hêrişkirine ser welat ên hevsû yên Herêm a Kurdistanê bihê bikarhînan.