Asayişa Amûdê endamekî Pîlotbîroya PDK-Sê girt

Endamê Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) Ebdilkerîm bavê Luqman, li Amûdê ji aliyê asayişa Amûdê ve hate girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) Ebdilkerîm Mihemed bavê Luqman, li Amûdê ji aliyê asayişa Amûdê ve hate girtin.

Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyan ya PDK-Sê li Hewlêrê parêzer Seîd Omer ji K24ê re ragihand ku, bo şermezarkirina komkujiya Amûdê, îro Xwecihiya Amûdê ya Encûmena Noştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) mangirtineke bêdeng li nava Amûdê birêve bir, bi mebesta şermezarkirina bûyera komkujiya Amûdê ya 27 Hezêrana 2013an.

Omer diyar kir ku, piştî mangirtinê ENKS û xelkê Amûdê serdana mezarên şehîdên komkujiya Amûdê kir, lê asayişa Amûdê endamê Pîlotbîroya wê partiyê Ebdilkerîm Omer girtin.

Omer diyar kir jî, ev karên wisa yên asayişê nakeve xizmeta yekrêzî û berjewendiya gelê Kurd.

Li gor çalakvanan ku, li Amûdê roja 27 Hezêranê, xwepêşandek birêve çûbû, Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  gule bi ser xwepêşanderan de berdan, di encamê de 6 welatiyên sivîl şehîd bûn û hejmarek din birîndar bûn.

Herwiha serkirdeyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) red dikin ku, asayişa Rojava û YPGê ev komkujî kiribin.