Serokê ENKSê serdana Moskoyê dike

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdi li Sûriyê (ENKS) li ser daxwaza Wezareta Derve ya Rûsyayê serdana Moskoyê kir û digel hin berpirsên wî welatî dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdi li Sûriyê (ENKS) li ser daxwaza Wezareta Derve ya Rûsyayê serdana Moskoyê kir û digel hin berpirsên wî welatî dicive.

Peyamnêrê K24ê li Moskoyê ragihand ku, Serokê ENKSê Îbrahîm Biro gihêşte Moskoyê û biryar e sibe digel Cîgirê Wezîrê Derve Mîlaîl Bagdanov û Nûnerê Taybet ya Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqyayê bicive.

Şanda ENKSê ji Serokê ENKSê û Berpirsê Pêwendiyên Derve Kamîran Haco û hejmarek ji ENKSê pêk tê.