Îsmaîl: Gotinên Seidî Pîre dikeve xizmeta dagîrkerên gelê Kurd

Endamekî Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) radigihîne, Heger Seidî Pîre ew xortên ku ji ber rêjîma Sûriyê û leşkeriya neçar bazdane nas nake, xebata Kurdî nas nake.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) radigihîne, Heger Seidî Pîre ew xortên ku ji ber rêjîma Sûriyê û leşkeriya neçar bazdane nas nake, xebata Kurdî nas nake.  

Endamê Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Pîre ji K24ê re got ku, ENKSê di hotêlan de rûdine û rexneyan dike, ne rast e ku Rêveberiya Xweser rê nade ku ENKS li Rojavayê Kurdistanê kar û xebatê bike. Herwiha der barê Pêşmergeyên Rojava de jî Pîre gotibû ku, ew nizane ew hêza Pêşmerge ser bi kê ve ne.

Berpirsê Karêgeriya Polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re ragihand, ENKS û partî û pêkhateyên wê bi dirêjehiya dehan dalan ji ber mafê gelê Kurd de xebat kirine, rikberiyeke xurt û tund li dijî rêjîma Sûriyê kiriye, heger endamekî Pîlotbîroya YNKê wisa derbarê xebata ENKSê bibêje, tişetekî seyr e.

Herwiha Îsmaîl got ku, gava Seidî Pîre wisa dibêje, ev ne gotina kesekî bêalî ye ku dixwazê destpêşxeriyekê pêşkêş bike, diyar e ev daxuyaniyên wisa jê tê xwastin ku bi vî rengî di dermafê ENKSê de bibêje. Ev yek jî dikeve xizmeta dagîrkerên gelê Kurd.

Derbarê daxuyaniyên Pîre yên derbarê hêza Pêşmergeyên Rojava de, Îsmaîl got: “Pêşmergeyên Rojava bêhtir ji 35 şehîdan di ber xaka Kurdistanê de dane, Seidî Pîre û hevalbendên wî serxweşiya malbata şehîdekî nekirine. Encamên xurt yên Pêşmerge di çeperên şer de ne ji dûr û ne ji nêzîk ve haja xwe jê nekirine. Heger Seidî Pîre ew xortên ku ji ber rêjîma Sûriyê û leşkeriya neçar bazdane nas nake, xebata Kurdî nas nake. Ev xort jî hatine Başûrê Kurdistanê bo rêbaza Barzaniyetê ya pîroz, belkî ev rêbaza pîroz dilê Seidî Pîre xweş nake.”

Pîre berî demekê ragihandibû ku, destpêşxeriyeke YNKê bo nêzîkirin û yekrêziya di navbera TEV-DEM û ENKSê heye. Îsmaîl di vê derbarê de got: “Dilê me ji her despêşxeriyekê re ku têkeve berjewendiya Kurd re vekiriye, lê ew ne bêalî kar dike. YNK heger van daxuyaniyan dide, nikare tiştekî bêalî di navbera hêzên siyasî yên li Rojava de bike.”

Îsmaîl domand jî: “Yê karibe ji haleta partîtî derkeve haleta niştimanî Kurdî wek Cenabê Serok Barzanî, ew dikare bi projeyeke wisa rabe, ne kesekî wek Seidî Pîre.”

Li ser hêza Pêşmergeyên Rojava, Îsmaîl aşkere kir û got: “Ew kurên Kurdistana Sûriyê ne, ji rêjîma Sûriyê bazdane û hatine Kurdistana Iraqê bicih bûne. bi awayekî çak û ne li dijî aliyekî siyasî hatine perwedekirin. Ji ber berevaniya xak û samanên Kurdistana Sûriyê de bike, ENKSê jî ew hêz li xwe girtiye. Pêşmergeyên Rojava Jî xwediyê hizreke netewî ne.”