Seidî Pîre rexneyan li ENKSê digire
Endamekî Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) radigihîne, destpêşxeriyeke wan ji bo çareserkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê û nêzîkirina di navbera ENKS û TEV-DEMê de heye, herwiha dibêje jî ew Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê nas nakin.
K24 – Hewlêr
Endamekî Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) radigihîne, destpêşxeriyeke wan ji bo çareserkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê û nêzîkirina di navbera ENKS û TEV-DEMê de heye, herwiha dibêje jî ew Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê nas nakin.
Herdu aliyên siyasî yên Rojavyê kurdistanê TEV-DEM û ENKS ji destpêka avakirina van herdu aliyan ve, ew li hev mukir nayên. Beriya demekê jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çendîn car li hev civan dibûn, da ku yekdest û yekrêz bin, ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê. Di cîvna dawî de jî biryar bû li ser sê xalan rêkevin û tê de mijara hêzeke hevbeş ji Pêşmergeyên Rojav û YPGê.
Ji aliyê xwe ve, endamê Pîlotbîroya YNKê Seidî Ehmed Pîre, beriya niha jî ji K24ê ragihandibû, dê bizava destpêşxeriya nêzîkbûna ENKS û TEV-DEMê bikin, lê heya niha ew destpêşxerî nehatî ye encamdan û careke din Pîre helwesta YNKê ragihand ku, ENKSê di hotêlan de rûdine û rexneyan dike, ne rast e ku Rêveberiya Xweser rê nade ku ENKS li Rojavayê Kurdistanê kar û xebatê bike. Herwiha der barê Pêşmergeyên Rojava de jî Pîre gotibû ku, ew nizane ew hêza Pêşmerge ser bi kê ve ne.
Berpirsê Komîteya Derve yê ENKSê Kamîran Haco jî dibêje: “Me her diyar kiriye ku, destê me dirêje bo yekrêziya gelê Kurd, lê heta niha me ti tişt ji aliyê YNKê de nebihîstiye.”
Ji destpêka avakirna Desteya bilind di navbera PYD û ENKSê de, pirsgirka van herdu aliyan ranewestiya ne. Heger partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dest bi destpêşxeriyekê ji bo van herdu aliyan bikin, dibe ku pêşeroja Rojava jî ber bi aramiyê ve biçe.