Operasyonên li dijî PKKê li Bakurê Licê didomin
Li herêmên Bakurê navçeya Licê ya Diyarbekirê, operasyona hêzên ewlekariya Tirkiyê li hemberî endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di roja 4emîn de didome. Di pevçûnan de 2 leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dan. Lo gorî ragihandina parêzgeriyê, heta niha ji 11 milyonan zêdetir şitlên kenevîrê û tonek û nîv jî hişber hatiye imhakirin.
K24 – Diyarbekir

Operasyona Hêzên ewlekariya Tirkiyê, bi 14 tabur leşker ve li derdora 39 gundewarên navçeyên Diyarbekirê li dijî çekdarên PKKê didome. Li gorî ragihandina parêzgeriya Diyarbekirê, di operasyonan de bombeyên veşartî, tup, qablo, û hin pêdiviyên jiyanê hatine desteserkirin. Li herêmên ku operasyon lê birêve diçin şewata daristanê jî didome. Dewlet dibêje PKK daristanê dişewitîne; PKK jî dibêje dewlet dişewîtine.
Ji hêla din ve, ji ber ku li herêmên ku lê pevçûn hene bibin mertalên zindî, 74 kesên ku endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)ê jî di nav de bûn, hatibûn desteserkirin. Ji 74 kesan 37 kes serbest hatin berdan û 37 kesên din jî tê îro li Dadgeha Diyarbekirê werin darizandin.