Li navçeya Licê 2 efser hatin kuştin 3ê leşker jî birindar bûn
Nêzîkî 8 rojan e ku, li navçeya Licê, Artêşa Tirkiyê bi dehezaran polîsan dest bi operasyonê kiribû. Di operasyonên de gelek dever tên bombebarankirin û tê ragehandin pevçûnên dijwar rû didin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Diyarbekirê navçeya Licê, serbazên Artêşa Tirkiyê ku derketibûn operasyonê rastî êrişê gerîlayên PKK'ê hatin di encamê de 2 efser hatin kuştin, 3 serbaz jî birindar bûn.
Nêzîkî gundê Dêrxust ya Licê, serbazên Tirkiyê ku, derketibûn operasyonê rastî êrişek çekdarî hatin. Di encamê de serbazek hat kuştin, 3ê serbaz jî birîndar bûn.
Di êrişa demjimêrên êvarê de, serbazên ku derketibûn operasyonê bûn armanca êrişê. Hat ragehandin, birîndar bi helîkopterê bo Diyarbekirê hatin veguhestin.
Li aliyî din, efserekî Artêşa Tirkiyê li navçeya Bismil ya Diyarbekirê, li pêş mala xwê rastî êrişê hat di encamê de canê xwe ji dest da.
Nêzîkî 8 rojan e ku, li navçeya Licê, Artêşa Tirkiyê bi dehezaran polîsan dest bi operasyonê kiribû. Di operasyonên de gelek dever tên bombebarankirin û tê ragehandin pevçûnên dijwar rû didin.