Piştî teqînên Stenbolê operasyon li Amedê destpê kir
Herwiha di çarçoveya operasyonan de Întirnêt hat birîn, xelik hatin kontirolkirin û lêpirsîn li nasnameya wan jî hat kirin.
K24-Amed
Rêveberiya Asayîşa Amedê ragehand ku, wan bi armanca kontirolkirina qaçaxçiyan û rêgirî ji kiryarên terorî berî cejna Remezanê dest bi operasyonan kirin.
Şeva borî piştî teqînên Stenbolê li bajarê Baxlerê ya ser bi bajarê Amedê ve, bi beşdariya 700 leşkerî operasyonek destpê kir.
Operasyon li taxên Fetih, Mûradeye, Qeynar tepe, cadeya Koçmenlera û Serên meydana hatin encam dan.Herwiha di çarçoveya operasyonan de Întirnêt hate birîn, xelik hatin kontirolkirin û lêpirsîn li ser nasnameya wan jî hat kirin.
Rêveberiya Asayîşa Amedê da zanîn ku, bi armanca asankrin û aramiya xelkê di dema pîrozkirina cejna Remezanê ew dê wê operasyonê li hemû deveran encam bidin.