Çînê destkir bi duristkirin a firokeyan

Çîn berdewame li ser pêşxistina pîşesazî ya xwe, evê carê firokeyek a bazirganî bi nav ê G21 durist kir, ewê firokeyê yekem geşt a xwe di navber a dû firokexane yên Herêm a Şenghay serkevtîyane encam da. Serok ê kompanyayê jî weha dibîne ku di ayînde de li bazar ên hindûrrî û nêvdewletî gelek xwazt li ser evê firoke ya nû dê hebe.

K24- Hewlêr

Ev firoke çi cudahîyek nîne li gel firoke ya Boyîng737, herweha her ew sîstem a karkirinê heye, lew ev firoke di dem a firrîn û nîştinê de çi arîşeya durist nake bo sernişîn ên firokeyê.

Çîn piştî pîşesazî ya duristkirin a otombîlan, niha ber bi durstkirin a firokeyan diçe, bi wê aramancê ku di dahatî de, wek berhem ên pêşesazî yên din firokeyan jî hinarte yên bazar ên cîhanê bike.