Teqînek li Girê sipî rû da: 5 şehîd û 10 birîndar hene

Bajarê Girê Sipî di bin kontirola Rêveberiya Xweser de ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Li cadeya sereke ya bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê teqînek rû da, di encam de 5 kes şehîdbûne û 10 kesên din jî birîndarin.

Derbarê teqînê peyamnêrê K24ê li bajarê girê Spî ragehand ku, li bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê saet 10 û nîv teqînek rû da, di encam de 4 kes şehîdbûne û 10 kesên din jî birîndarin.

Peymnêrê K24ê da zanîn ku, teqîn bi rêya otombêlekî bombekirî hete encam dan. Aşkere kir heta niha kesekê amarên rast yên teqînê ranegehandine.

Herwiha peyamnêr diyar kir ku, hemû birînda hatine veguheztin bo nexweşxaneya bajarê Qamişlo û birîna gelek ji wan girane.

Bajarê Girê Sipî di bin kontirola Rêveberiya Xweser de ye.