Li Wanê kesekî canê xwe ji desta û 4 birîndar bûn

Di çarçoveya operasyonêm de rêya Elbak û Wanê ji vegûhestinê re hate girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Payîzavayê endamên PKKyê erîşê qerekola leşkeran kirin, welatiyek canê xwe ji dest da 4 kes jî birîndar bûn.

Parêzgeriya Wanê derbarê êrîşê de ragihand ko li navçeya Gûrpinarê endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê bi wesaîteka bombebarkirî êrîşê Qerekola Leşkerî ya Guzelsuyê kirine.

 Di encamê wê êrîşê de welatiyek canê xwe ji dest daye û 2 welatî û 2 leşker jî birîndar bûne. Birîndar li nexweşxneyê hatin vegûhestin û li hemberî PKKyê ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ve operasyonek berfireh hate destpêkirin.

Di çarçoveya operasyonêm de rêya Elbak û Wanê ji vegûhestinê re hate girtin.