Şaredariyê avjeniya di hewz de ji bo zarokan belaş kir
Li Tirkiyê digel hatina hewayên germ û navberdayîna perverdehiyê zarokên ku dibistanên wan hatine girtin dixwazin bêhnvedana xwe ya bo 3 mehan di nava xweşiyê de derbas bikin. Li Rihayê ji bo zarokan hewzê avjeniyê ji aliyê şaredariyê ve bû belaş û zarok demên xwe yên herî xweş li vê derê derbas dikin.
K24- Riha
Li Tirkiyê digel hatina hewayên germ û navberdayîna perverdehiyê zarokên ku dibistanên wan hatine girtin dixwazin bêhnvedana xwe ya bo 3 mehan di nava xweşiyê de derbas bikin. Li Rihayê ji bo zarokan hewzê avjeniyê ji aliyê şaredariyê ve bû belaş û zarok demên xwe yên herî xweş li vê derê derbas dikin.
Li Girê Sora (Siwereg) Rihayê zarokên ku dibistanên wan ketine heyama bêhnwedanê hem ji ber hewaya germ tengezar dibin û hem jî dixwazin bi hevalên xwe re bêhnvedana xwe bi awayekî çalak derbas bikin. Li ser vê yakê Şaredariya Bajarê Mezin ya Rihayê hewzê bajêr heta ev rojên gerim û heyama bêhnwedanê diqede ji bo wan zarokan kirin belaş.
Ev hewzê ku bi destê şaredariyê ve tê birêvebirin her roj nêzîkî hezar zarok û ciwan diçin avjeniyê. Ev hewz 12 mîtroyan fireh e û 25 mîtroyan jî dirêj e. Di vê hewzê de her roj serê saetê carekê komên ku ji 150 zarokan pêk tê diçin avjeniyê. Ji bo vê derê 6 xebatkarên şaredariyê jî hatine erkdarkirin da ku tu kêşe rû nedin.
Ferît Ateşbakan - Berpirsyarê Havizê, got:"Li vê derê 4 canparêzên me hene û 2 heb jî nobedarên me hene, li vê derê ewlehî pir baş e. Ev hewz belaş e. Yanî ev xizmeta ji bo zarokan e. Dibistan hatine girtin û ew jî tên dikevin hewzê. Kêf kêfa wan e welleh."
Zarokên ku tên avjeniyê amaje bi wê yekê dikin ku berê wan di nava qenalên avê de avjenî dikir û mixabin çend hevalê wan jî ji ber nebûna ewlehiyê di wan qenalan de canê xwe ji dest dane. Lê niha bi dilrehetî avjeniya xwe dikin.
Zaroke dibêje:"Welleh dibistana me ketiye betlaneyê, hewa jî gelek germe, em jî hatine hewz û avjeniyê dikin. Xwedê ji wan kesan re razî be."
Zaroyek got:"Em ji şaredariya xwe re sipasiyên xwe pêşkeş dikin. Dibistana me ketiye bêhvedanê, em jî tên li vir avjeniyê dikin. Gelek xweş e."
Rayedarên şaredariyê amaje bi wê yekê dikin ku ji bo zarokên Rihayê xebatên wan yên cuda cuda hene û dê di rojên pêşiya wan de wan xebatên xwe jî pêk bînin. Herwiha zarokên ku tên li vê derê avjeniyê dikin jî demên xwe yên xweş bi awayekî ewle bi hevalên xwe re derbas dikin.