Hêz a Pêşmerge hemû çekdar ên hêrişker ên Daişê li Telbenatê kuştin

Nûçegihan ê Kurdistan 24 ragehand ku hêz a Pêşmerge li mehwer a Şengarê, hêrişek a çekdar ên Daşê li Telbenatê têkşikanidne.

K24- Duhok

Nûçegihan ê Kurdistan 24 ragehand ku hêz a Pêşmerge li mehwer a Şengarê, hêrişek a çekdar ên Daşê li Telbenatê têkşikanidne.

Fermandarek ê hêz a Pêşmerge li fermande ya Şengarê bi Kurdistan24 ragehand: Evro demjimêr 4ê sipêdeyê, çekdar ên Daişê li gundê Telbenat a qeza ya Şengarê, hêriş kirin ser çeper ên hêz a Pêşmerge, lê hêz a Pêşmerge dest ên xwe ji wan vekirin û ew hêriş têkşikandin.

Herweha ewî fermandarî ragehand ku Ew hêriş bi rê ya 40 çekdar ên Daişê hat encamdan û piştî şerrek a dijwar hemû ew çekdar Daişê hatin Kuştin.

Nûçegihnê Kurdistan 24 ragehandku firoke yên hevpeymanan piştîvan ê hêz a Pêşmerge bûn di wî şerrî çekdar ên Daişê burdûman dikirin.