Kerkûk dûyem parêzgeh a Îraqê ye ji wergirtin a koçberan
Li Kerkûkê 135 hezar xêzan ên koçber ên Ereb hene, bi awayekê ku dûyem parêzgeh a Îraqêye ev hijmar a mezin a koçberan wergirtîye.
K24- Hewlêr
Li Kerkûkê 135 hezar xêzan ên koçber ên Ereb hene, bi awayekê ku dûyem parêzgeh a Îraqêye ev hijmar a mezin a koçberan wergirtîye.
Pişkek ji wan xêzan ên koçber piştî 2003yê ve li vî bajarî akincîne û heya niha nevegerîyane dever ên xwe ku niha pişkek ji wan deveran hatîne rizgarkirin ji dest Daiş.
Bi wê yekê ku Kerkûk deverek a nakokîyê ye di navber a hikumet a navendî ya Îraqê û Herêm a Kurdistanê û bi madde ya 140 ya destûr a Îraqê çarenivîs a wê dê bihê yek alî kirin ku yek ji qonax ên ewê maddeyê rapirsîye, lew guman dihê kirin ku armanc ên sîyasî hebe li pişt hatin a evê hijmar a mezin a koberan.