Zozanî û meh a remezanê
Li Gundê Qumalca ya Agiriyîwelatiyên ku debara xwe bi xwedîkirina ajalan derbas dikin her çiqas zozanên wanwek deverên ewle hatibin ragihandin jî,berê xwe dane zozanên xwe û li van deveran jiyana xwe ya sirûştî dijîn.Welatiyên ku li zozanan pêşvazikirina Remezanê dikin gelek kêfxweşin ji ber ku li wan zozanan her tişt sirûştî ye wek ava sar, hewaya paqij û xwarinên herêmî.
K24- Hewlêr
Li Gundê Qumalca ya Agiriyîwelatiyên ku debara xwe bi xwedîkirina ajalan derbas dikin her çiqas zozanên wanwek deverên ewle hatibin ragihandin jî,berê xwe dane zozanên xwe û li van deveran jiyana xwe ya sirûştî dijîn.Welatiyên ku li zozanan pêşvazikirina Remezanê dikin gelek kêfxweşin ji ber ku li wan zozanan her tişt sirûştî ye wek ava sar, hewaya paqij û xwarinên herêmî.
Xebatên şêniyên vê zozanê saet li 4ê serê sibehê destpê dike. Berpirsiyariya wan zilamên li vê zazanê, bi çerandina ajalan re eleqedar dibin bi dawî nabe, herwiha di heman demê de divê wan kar û barên ku li derdora konên ji bo razanêvekirine jî bi cih bînin.
Ahmet kaya dibêje:"Em hewla biharê qedera meh û meh û nîvekê mala xwe tînin zozanan. Îcar niha rojiya mibarek rastî hatina me ya zozanan hat. Em ji vî alî ve zehf bi şansin. Çimkî çend sal berê Remezan diket çaxê giya dirûnê û em gelek eciz dibûn.Îcar niha ketiye zemanekî hênik. Xwarinên me li ser agir çêdibin û ev hewaya zozanan tehma cuda dide van xwarinan."
Zarokên ku hatine vê zazanê tu tişt ne di xema wan de ye. Zozana bê serûbin de sibê heta êvarîbi hev re dilîzin û li zozanan kêf kêfa wan e.
Li zozanan karê herî giran dîsa li ser milê jinan e. Serê sibehê zû radibin konên kû tê de dijîn berhev dikin. Piştre ajalên ku ji ber çerînê hatine didioşin û piştî karê ajal dotinê dest bi amadekariyên fitarê dikin. Xwarinên ku ji bo rojê hatine hilbijatin tên çêkirin, beriya çaxê fitarê nêzîk bibe jin sifreya xwe radixin û bi xwarinên cur be cur dixemlînin.
Yildiz Kaya - Bêrîvan – dibêje:"Zozan zehf xweş e. Rojiya me jî xweş derbas dibe. Nêzîkê fitarê ez tînim tenûra xwe hildikim, xwarinên xwe li ser çêdikim û datînim binê kon de da heta mele bang bide."
Bîrsen Kaya- Bêrîvan dibêje:"Em serê sibehê zû radibin çêlekên xwe didoşin. Piştre em tên nan û çaya zarokan didine wan. Em hewşên xwe paqij dikin firaxan dişûn, îskana dişûn. Em hindek li cem cînaran rûdinin piştre jî em radibin û amadekariyên fitarê dikin."
Welatiyên ku li wan zozananpêşwaziya Meha Remazanê dikin dibêjin ew gelek kêfxweşin ku Remezanê li zozanan pêşwazî dikin. Çimkî ji ber havînê hewa germ e, lê li zozanan hewayek hênik heye û bi tu awayî ji ber rojiyê eciz nabin. Digel vê yekê jinên vê zozanê her çiqas gelek dibetilin jî amaje dikin ku bêhna hewaya zozanê wan mest dike û tu eciziya wan nahêle.