li Enqereyê komkujî ya Sêwasê hat bîrhînan
Li Tirkiyê li dijî Elewiyan qetlîamên mezin pêk hatin û di dîrok û hişêmirovan de gelek qetlîam hene ku bi pêkhatin û encamdayina xwe çend wext di ser re derbas bibin jî nayên jibîrkirin. Qetlîama Sêwasê jî yek ji wan e.Di 23emîn salvegera Qetlîama Sêwasê de li Enqerêçalakiyek pêk hat.
K24-Enqere
Li Tirkiyê li dijî Elewiyan qetlîamên mezin pêk hatin û di dîrok û hişêmirovan de gelek qetlîam hene ku bi pêkhatin û encamdayina xwe çend wext di ser re derbas bibin jî nayên jibîrkirin. Qetlîama Sêwasê jî yek ji wan e.Di 23emîn salvegera Qetlîama Sêwasê de li Enqerêçalakiyek pêk hat.
Li Sêwasa bajarê bakurê Kurdistanê di sala 1993an de ji aliyê Komeleya Pîr Sultan Abdal ve çalakiyek tê lidarxistin û gelek rewşenbîr. hûnermend û rojnameger beşdarî vê çalakiyê dibin. Ji aliyê gelê Sêwasê ve bi hinceta ku "ol ji dest diçe"erîş li vê çalakiyê tê kirin û Otela Madimakê ya ku çalakî lê tê lidarxistin, bi destê wan êrîşkaran ve tê şewitandin. Di vê otela ku tê şewitandin de 35 kes canê xwe ji dest didin.
Di çarçoveya 23emîn salvegera qetlîama Madimakê ango qetlîama Sêwasê de li paytexta Tirkiyê li Enqerê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de nûnerên partiyên siyasî,rojnameger, malbatên kesên canê xwe di wê qetlîamê de ji dest dane beşdarî kirin.Di çalakiyê de başdarbi taybetî li ser helwesta rayedarên dewletê û encamên vê qetlîamê axivîn.
Hûseyîn Şîmşek - Rojnameger got:"Ya rastî qetlîamên li dijî Elewiyan bi qetliâma Madimakê destpê nake. Ji Kerbelayê heta roja îro, her li dijî Elewiyan qetliâman berdewam kiriye. Lê li Tirkiyê qetlîama Madimakê bûye sembolek ji bo Elewiyan. Rayedarên dewletê ji bo zelalkirina vê qetlîamê tiştekî nakin û naxwazin vê qetlîamê ronî bikin."
Doza vê qetlîamê di 21ê Kewçerasala 1993an de hate destpêkirin. Di vê dozê de tenê 33 kes hatin darizandin û ceza li wan hate dayîn. Li gorî parêzerên vê dozê 23 salin ev qetlîam hîn bi awayekî berfireh ji aliyê rayedarên dewletê ve nahatiye zelalkirin û şexsên ku serkêşiya vê qetlîamê dikin jî nehatin e girtin yan cezakirin.
Şanal Sarihan - ParlementeraCHPê - Parêzera Qetlîama Madimakê, got:"Ev qetlîama Madimakê li gorî tevkujiyên din her çiqas di warê yasayî de çend desketî hebin jî mixabin kesên ku ev tevkujî kirine nehatin e darizandin û cezakirin. 23ê sal di ser re derbas bû, lêhîna jî otel nebûye muzexane û berpirsên vê tevkujiyê nehatine dîtin."
Hem parêzerên vê dozê hem jî siyasetmedar amaje bi wê yekê dikin heta ku ev qetlîâm bi her awayî ronî nebe, ew dê ji dest têkoşîna xwe bernedin. Herwiha malbatên ew kesên ku di vê qetlîamê de mirine jî dibêjin ku ger ew nebin yek, dê qetliâmên bi vî rengî her berdewam bikin.