Şahciwana Kanada tevlî şerê DAIŞê dibe
Şahciwana berê ya Kanada û nimayişkara cil û bergan û motorsiwar beşdarî şerê DAIŞ dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şahciwana berê ya Kanada û nimayişkara cil û bergan û motorsiwar beşdarî şerê DAIŞ dibe.
Şahciwana berê ya Kanada biryara guhartina jiyana xwe ya xweş li Kanada da û bo şerê li dijî DAIŞê tê Rojavayê Kurdistanê û tevlî hezên Kurdî dibe.
Şahciwana Kanadayê, wek xwepexşekê li Rojavayê Kurdistanê bo şerê DAIŞê tevlî nava refên Yekîneyên Prastinê yên Jinê (YPJ) dibe.
Bo şerê terorê, gelek biyanî ji welatên Ewropa û cîhanê tên Rojavayê Kurdistanê û tevlî nava refên Kurdî dibin, duh jî termê xwebexşekî Portugalî bi navê Mario Mario ku li Til Temirê canê xwe jidest dabû, di deriyê Pêşabûrê re radestî Nûnerê Portugalê yê Herêma Kurdistanê bû.