Li navçeya Licê 2 kesên sivîl hatin kuştin

Li navçeya Licê ya Diyarbekirê ev hefteyek e şer û operasyon berdewam in. 2 sivîl hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Licê ya Diyarbekirê ev hefteyek e şer û operasyon berdewam in. 2 sivîl hatin kuştin.

Li navçeya Licê Îro danê sibê, li gundê Mehleyê pevçûn di navbera PKKê û hêzên dewleta Tirk de derket, welatiyan jî bi rêya telefonê metirsiya xwe anîbûn ziman û gotibûn ku, ew di nava pevçûnan de mane.

Li gor agahiyên ku K24ê bidest xistiye, 2 welatiyên bi navê Erdal Kocakaya û Mevlut Kocakaya li gundê xwe hatine kuştin.

Şer û operasyon li navçeyê berdewam dikin. Hin agahî hene ku hêzên ewlehiya Tirk, bê ku armanc diyar bikin, derdor gulebaran û bombebaran dikin.