Li Wanê 8 otombêl û 15 makîneyên kar hatin şewitandin
Li Wanê gerîlayên PKKê êriş li kampekê karkerên Birêveberiya Rêyênerdê ya Tirkiyê kir û 8 otombêl û 15 makîneyên kar şewitandin. Herwiha pêwendî bi 25 xebatkarên ku li şantiyê bûn hatiye birîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Wanê gerîlayên PKKê êriş li kampekê karkerên Birêveberiya Çêkirina Rêyan ya Tirkiyê kir û 8 otombêl û 15 makîneyên kar şewitandin. Herwiha pêwendî bi 25 xebatkarên ku li şantiyê bûn hatiye birîn.
Li gorî zanyariyan, îro demjimêrên piştî nîvroyê, komek çekdaran, li ser rêya Wan û navçeya Payîzavayê êriş li şantiyeya 11'emîn Birêveberiya Çêkirina Rêyan kirin.
Li gor agahiyan personelekî, bi rêya telefonê agahî da Birêveberiya Rêyênerdê û derbarê bûyerê de agahî da û pişt re pêwendî bi komê re qut bû.
Birêveberiya Giştî da xuyakirin, ji 25 karker û personelên wan agahî nayê girtin û hat ragehandin, Artêşa Tirkiyê bi otombêlên zirxpoş li herêmê operasyon da destpêkirin.