Sadûn: Di salên dawî de APKê nizanî berjewendiyên xwe biparasta

Mamosteyê Zanîngehê Ferîd Sadûn derbarê pêwendiyên nû yên Tirkiye û Rûsyayê û bandora wê li ser rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê bi taybetî de ji K24ê re ragihand, Tirkiyê di metirsiyeke aborî, siyasî û ewlehî de ye, ev yek jî piştî siyaseta APKê ya 5 salên dawî de hat, ku nikarîbû berjewendiyên xwe li gor rûdanên li herêmê dibûn, biparasta.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sadûn amaje kir ku, Serokomarê Tirkiyê Erdogan dixwaze lêvegerekê ji siyasetên xwe çê bike, ji ber ku ji aliyê Îran, Rûsya, Îsraîl û Sûriyê ve kete dorpêçekê, lewre Erdogan careke din dixwaze bi her awayekî pêwendiyên xwe bi van welatên herêmê re ava bike.

Sadûn diyar kir ku, Erdogan ji destpêka krîza Sûriyê ve piştgîriya çekdarên opozîsyona li dijî Serokê Sûriyê kir, lê wê piştgîriyê ti armancine girîng ji Tirkiyê bidest nexist, li hemberî wê hêzên Kurdî pêşketinine girîn dikin û hêlên sor yên ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn danîn, derbas bikin.

Sadûn got ku, girêdana ENKSê bi opozîsyona Sûriyê û mihwerê Tirkiyê re di demekê de hat, ku rola Rûsî bo çareserkirina krîza Sûriyê xurt dibe, loma ENKSê niha ew jî dixwaze xetekê bi Rûsyayê re veke.

Derbarê bandora vê nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê li ser TEV-DEMê de diyar kir, YPG û TEV-DEMê niha bêhtir pişta xwe didin Amerîkayê, ev yek jî ji aliyê rêjîmê ve nayê qebûlkirin, ji ber ku hevahengiyek di navbera wan de hebû, ku heta niha YPGê nehêşt ku Sûriyê perçe bibe, ev yek jî diket berjewendiya rêjîmê.