Komîte ya navxwe û asayîş a perlemanê serdan a dever ên topabarankirî dikin
Komîte ya navxwe û asayîşê di perleman a Kurdisatê de bi merem a haydarbûnê ji rewş a dever ên sinûrî, piştî topbaran Îranê bo wan deveran, serdan a wir kirin û li gel qaymeqam ên Çoman û Soran kom bûn.
K24- Hewlêr
Komîte ya navxwe û asayîşê di perleman a Kurdisatê de bi merem a haydarbûnê ji rewş a dever ên sinûrî, piştî topbaran Îranê bo wan deveran, serdan a wir kirin û li gel qaymeqam ên Çoman û Soran kom bûn.
Armanc a wê serdanê amadekirin a raportekê li ser wan cih ên hatîne topbaran kirin û tomarkirin a wan zîyan ên canî û malî yên xelk ên deverê ji cotyar û revend ên zozan ên Berbizênîyan li dever a Sîdekan.
Rêveber ê nahye ya Sîdekan dibêje: di salekê de ji bilî valabûn a hijmarek a gund ên dever a Biradost, hevdem bi eger a burdûman a firoke yên Turkîyayê û topbaran a Îranê, rûberk a mezin ji rez û bax ên hevwelatîyan ji navçûne.
Cêgir ê sserokê Komîte ya Navxwe û Asayîşê di perleman a Kurdistanê de, ragehand ku daxwazî yên revend û xelk ên dever ên sinûrî dê bigehînîn alî yên peywendîdar û kunsilxane ya Îranê li Hewlêrê.
Li 26/6/2016 topxane yê n Îranê bi tundî dever ên zozan ên Dol a Alane li sinûr ê qeza ya Hacî Omeranê burdûman kir û bi eger a evê burdûmanê jî çar kes birîndarbûn ku sê ji wan zaro bûn û ev ji bilî zîyan ên dî yên malî.
Li dever a Sîdekan bi eger a topbaran a topxane yên Îranê rûberek a mezin ji rez û bax ên hevwelatîyan hatîye şewitandin û hevwelatî jî cih ên xwe bicî dihêlin û koç dikin.