Biryara dadgehkirina 8 parlamenterên HDPê çû dadgehê
Piştî rakirina parêzbendiyê, Parlamenteran parêznameyek hevpar ragehandibû û destnîşan kiribûn ku, parlamenter bixwe bo dayîna îfadeyê naçin dadgehê.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Dadê ya Tirkiyê biryarnameya dadgehkirina 8 parlamenterên HDP'ê şandin dadgehê. Berê jî Hevserokên HDPê jî di nav de dadgehê bang li 7 parlamenteran kiribû.
Biryarnameya derbarê 8 parlamenterên ku, ji doza Koma Civakên Kurdistanê (KCK) tên tawanbarkirin, bo Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran ya Diyarbekirê hat şandin.
Wezareta Dadê, biryarnameya derbarê parlamenterên HDPê Osman Baydemîr, Ahmed Yildirim, Besîme Konca, Çaxlar Demîrel, Dîrayet Taşdemîr, Alîcan Unlu û Nadîr Yildirim bo dadgehê birê kir.
Hê berê Hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Parlamenterên Mûşê Bûrcû Çelîk û Ahmed Yildirim, yên Agirî Bedran Ozturk û Ayhan Bilgen jî bo dayîna îfadeyê hatibûn vexwendin.
Piştî rakirina parêzbendiyê, Parlamenteran parêznameyek hevpar ragehandibû û destnîşan kiribûn ku, parlamenter bixwe bo dayîna îfadeyê naçin dadgehê.