YPG: Opozîsyon û bermayên ENKS êrîşî Şêx Meqsûd kirin

Taxa Şêx Meqsûd nişteciyên wê hemû Kurdin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Yekîniyên Parastina Gel(YPG) ragehand ku, wan li taxa Şêx Meqsûd êrîşekî çekdarên opozîsyona Sûriyê û bermayên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) têkişkandin.

Derbarê êrîşê Yekîniyên Parastina Gel(YPG) di beyanameyekê de li ser malpera xwe ya fermî belav kirine, tê de wiha hatiye nivîsîn:"Duh, grûpên girêdayî bi opozîsyona Sûriyê û bermayên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) êrîşî taxa Şêx Meqsûd kirin, lê şervanên YPGê karîn êrîşa wan têkbibin û çekdarekî wan bikujin."

Herwiha ji aliyê xwe ve serkirdeyên ENKS tekez dikin ku, ti pêwendiya wan bi grûpên leşkerî yên ku, êrîşî taxa Şêx Meqsûd dikin nîne.