Şer û pevçûnên li bakûrê Kurdistanê aborî têk birine
Hemû bazirgan daxwaza rawestandina şer dikin.
K24-Navenda Nûçeyan
Şer û pevçûnên li bakûrê Kurdistanê bandoreke gelekî nebaş li ser aboriya herêmê kiriye. Hinardeya ji deriyê sînor ya Xabûrê gelekî kêm bûye û ji lewra gelek kompanyayên mezin li ber îflasê ne. Xwediyê wan kompanyayan bang li rayedaran dikin ku çareyekê ji vê rewşa wan re bibînin.
Pêywendiyên nebaş yên Tirkiyê û Iraqê û şer û pevçûn û operasyonên li bakurê Kurdistanê bandora xwe ya herî zêde jî li ser aboriyê dike.
Beriya aloziya li herêmê, bazirganiya di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de gelekî baş bû. Lê belê piştî şer û pevçûnan û geşedanên li Iraqê hinardeya ji Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bo başûrê Kurdistanê û Iraqê gelekî kêm bû. Di encama kêmbûna hinarde û bazirganiyê de, kompanyayên li herêmê ketine rewşeke gelekî nebaş. Her çiqas dewletê soz dabe ku beşek zirara kompayayan ya ji ber şer û pevçûnan li xwe bigire jî, heta niha ev soza xwe bi cih nekiriye û herwiha baweriya xwediyê kompanyayan jî êdî ji wan sozan nemaye.
Derbarê vê mijarê Xwediyê Şirîketa Gumrikê Lokman Bilişik wiha got:"Dewletê soz dabû. Divê ew soz werin cîbicîkirin. Hindik maye gelek kompanyayên li Silopî û Şirxanê top biavêjin. Gelek kompanya nikarin çekên xwe bidin. Pêwîst e dewlet demildest çareyekê peyda bike."
Beriya 2 salan xebatên pira 3. dest pê kiribû ku hêviyeke mezin dabû bazirganên li herêmê. Lê belê niha ew hêvî têk çûye. Bazirgan dibêjin ji xwe ji ber aloziyên li herêmê û qeyrana aborî hilberîn gelekî kêm bûye û bi ser de operasyon û qedexeya derketina derve jî darbeyeke mezin li aboriyê xistiye.
Ji aliyê xwe ve Serokê Jûra Esnafan yê Silopî Heşar Haşimoglu wiha axifî:"Ji saetên şevê û pê de şofêrên me, li cihê xwe disekinin. Ji ber ku di warê ewlehiyê de baweriya wan nîn e ku di rê de biçin û bên. Ji ber wê jî bi taybetî divê ev şer bê rawestandin û aramî bê welatê me."
Li bakurê Kurdistanê çi xwediyên kompanyayan û bazirgan û çi jî kesên eleqeya xwe bi bazirganiyê nînin, bi yek dengî bangeke xwe hene: bila şer û pevçûn rawest e û aramî û aştiya li herêmê pêk were da ku em jî bi dilekî rihet bi kar û barên xwe mijûl bibin.