Colemêrg bajarê her zû fitara xwe vedike

Piştî fitarê welatiyên bajêr dadikevin nava sûkê û heta çaxê paşîvê wextê xwe bi hevnasên xwe re derbas dikin.

K24-Colemêrg

Li Tirkiyê bajarê herî zû fitara xwe dike bajarê Colemêrgê ye. Li vî bajarî şevên Remezanê bi coş derbas dibin. Piştî fitarê welatiyên bajêr dadikevin nava sûkê û heta çaxê paşîvê wextê xwe bi hevnasên xwe re derbas dikin.

Ev du sal in Meha Remezanê dikeve çaxê havînê de. Welatiyî hem ji ber germahiyan hem jî ji ber rojî girtinê tengezar dibin demên xwe yên rihet piştî fitarê dijîn. Li Colemêrga bakurê Kurdistanê welatî piştî xwarina fitarê bi malbatên xwe re derdikevin derve û heta derengiya şevê bi hev re digerin, çay vedixun û lîstokan dilîzin.

Ew kolana vî bajarî ya ku piştî fitarê herî zêde qelebalix dibe kolana Bulvarê ye. Li vê kolanê dîmenên cur be cur hene. Çay bi semawerê daran çêdibe, xwarinên ku li ser pelên agir tên çêkirin û dîmenên balkêş yên ji nava jiyanê mirov dikere di vê kolanê de bibîne. Welatiyên ku tên vê kolanê heta direngiya şevê wextê xwe yê xweş bi malbata xwe re derbas dikin diyar dikin ku bi saya vê yekê ew ji  hemû êş û jana xwe hindik be jî, jê dur dikevin. 

 Welatiyek bi navê Îsmaîl Seyranoglu wiha dibîje:

"Belê hûn dibînin ku şevên Colemêrgê çiqas xweş in. Qîz, xort, pîr û kal tev bi hev re tên li van kolanan digerin. Remezaneke zor ciwan derbas dibîtin. Hûn jî dibînin ku milet çawa tê nava kolanan û niha di nava danûstandina eydê de ne."

Esnafên ku piştî fitarê tên di vê kolanê de karê xwe dikin jî ji halê xwe razî ne. Hem karê xwe dikin hem jî dema xwe di nava rihetiyê de derbas dikin. Digel vê yekê di vê kolanê de amadekariyên eydê jî hêdî hêdî zêde dibin.

Ji aliyê xwe ve firoşkarê dew Kerem Ertunç wiha got:"Ez dewê meşka bi dar de difiroşim. Ez nanê xwe ji vî karî derdixim. Ez gelek pê kêfxweşim. Ez bi mastê pez vî dewî çêdikim. Ji zozanên Berçelan tînim."

 Firoşkarê Çayê jî Çetîn Çîftçî wiha axifî:"Saet dibe 5ê êvarî ez têm dezgehê xwe vedikim, sandelyeyên xwe datînim, çaya xwe çêdikim û dem dikim heta mela bang dide. Piştî fitarê em qet pê re nagihêjin. Çaya me çaya daran e, çaya pelan e. Çaya me gelekî xweş e."

Beriya fitarê li vê kolanê zêde kar tune ye, lê esnaf piştî fitarê heya derengiya şevê dikanên xwe nagrin û dibêjin ku karê wan herî zêde piştî fitarê xweş dibe. Herwiha welatî jî hêvî dikin ku eyd û erîfeya wan jî bi kêfxweşî derbas bibe.