Li Minbicê taxa Hezawna hate kontirolkirin

Di 1ê meha borî de operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê ji aliyê şervanên Encûmena Leşkerî û HSD destpê kirbû.

K24-Minbic

Şervanên Encumena leşkerî ya bajarê minbicê ragehandin ku, wan taxa Hezawna û xala dewar el-Cezîra derbas kirin û  ber bi aliyê navenda bajêr de diçin.

Derbarê pêşhateyên nû yên operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê peyamnêrê K24ê li wî bajarî ragehand ku, şervanan di encama şee û pevçûnên giran de di navbera wan û çekdarên DAIŞê karîn taxa Hezawna kontirol bikin û xala dewar el-Cezîra derbas bikin.

Peymnêrê K24ê da zanîn ku, çekdarên DAIŞê ditonîlan de tevgerê dikin, aşkere kir ku, heta niha jî şer berdewam e.

Di 1ê meha borî de operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê ji aliyê şervanên Encûmena Leşkerî û HSD destpê kirbû.