Reşnivîsa peymana civakî ya federalîzma Rojava belav dike
Desteya rêxistinî ya sîstema fediralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê reşnivîsa peymana civakî belav dike, peyman ya ku pêkhatiye ji 85 madeyan berpirsên wê dibînin ku, dê nûnertiya hemû gelan bike, hin çavdêr ji aliyê xwe ve dibêjin ku diviyabû piraliyeke siyasî hebe, ta ev peyman ji aliyê xelkêve were erêkirin.
K24 – Qamişlo

Berpirsên komîta amadekirina peymanê didin zanîn jî ku avakirina peymaneke civakî li ser van bingehan mafê hemû netewan diparêze, û jiyaneke azad û hevbeş bi hemû pêkhateyan re misoger dike.
Li gorî madeya 3ê ji peymana civakî, hemû zimanên ku li deverê hene di warê jiyana civakî de dê wekhevbin.
Hin şopîner dibînin ku ev peyman ji aliyê beşekî siyasê bi tenê ve hatiye amadekirin û ev yek peymanê ji aliyê siyasî û yasayî ve lawaz dike. Herwiha tekez dikin ku, gelek xalên wê pêwîstî bi şirovekirinê hene mîna xala jêderên avakirina vê peymanê.
Li gorî madeya 4ê ji peymana civakî bajarê Qamişlo dê navenda fediralîzma demokrat a Rojava û Bakurê Sûriyê be. Herwiha ji aliyê leşkerî ve Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) dê hêza beravaniyê ya fermî be bo wê.
Tevî ku biryar e di 27ê vê meha tîrmehê de ji aliyê Encûmena Damezrêner ve, ev peyman were pejrandin, lê hin çavdêr dibînin ku, diviyabû piraliyeke siyasî di amadekirina vê peymanê de hebe, ta ji aliyê tevahiya gel ve were erê kirin.