Li Şirnexê qedexeya derketina derve hate ragehandin
Piştî kuştina wî leşkerê Tirk derketina derve li Şirnexê hate ragehand.
K24-Navenda Nûçeyan
Piştî êrîşa gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) li ser Rêveberiya Asayîşê û serbazgeha bajarokê Bêytşebaba Şirnexê, di encam de leşkerekî Tirk hate kuştin, Asayîşan hatinûçûn li Şirnexê ragehand.
Li gor Rêveberiya Asayîşa Şirnexê îro danê sibehê, gerîlayên PKKê êrîş birin ser serbazgeh û rêveberiya bajarokê Bêytşebab a ku ser bi Parêzgeha Şirnexê ve ye, di encam de leşkerî Tirkiyê hate kuştin.
Piştî kuştina wî leşkerê Tirk derketina derve li Şirnexê hate ragehand û operasyon destpêket, herwiha şerûpevçûn heta niha jî berdewam e.