Salih Mislim: Em ji fedaralîzma Rojava venagerin
Mislim da zanîn ku, zû yan dereng ew dê hemû herêmên rojava bighînin hev.
K24-Navenda nûçeyan
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim ragehand ku, vegerandina pêwendiyên Tirkiyê û Rûsyayê ti bandorê li ser pirşeya Rêveberiya Xweser nake, da zanîn ku, ew ji fedraliya Rojava navegerin û dê herêmên Bakur û Efrîn bikin yek.
Derbarî vê mijarê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim ji rojnameya El-Heyat re ragehand ku, pêwendiyên Tirkiyê û Rûsyayê ti bandoreke xirab wê li ser Rêveberiya Xweser neke.
Mislim da zanîn ku, zû yan dereng ew dê hemû herêmên rojava bighînin hev, aşkere kir ku, ew ji fedralîzma Rojava û bakurê Sûriyê navegerin.
Berî niha Tirkiyê ragehandibû ku, girêdana Cizîr, Kobanê û Efrînê hêleke sor e.