K24 mikurhatinên encamderên teqîna li pêş kenala Rûdawê belav dike
K24 mikurhatinên encamderên teqîna li pêş kenala Rûdawê belav dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
K24 mikurhatinên encamderên teqîna li pêş kenala Rûdawê belav dike.
Li 25 vê meha Hezêranê teqînek li ber kenalê “Rûdaw” li Hewlêrê rû da û di encamê de, çar karmendên wê kenalî birîndar bûn, ku karmendekî beşê peywendiyan û sê karmendên jî yên sikyorîtî bûn.
Birêveberê Giştî ya Asayişa Hewlêrê di daxuyaniyekê de derbarê teqîna roja 25 meha Hezêrana borî de li pêş kenala “Rûdawê” ragihand ku, encamdarek bi navê Rêbwar Wirya Salih ku ji aliyê kesekî bi navê Seidî Mistefa Ebdulah ve, berî 15 meha Remezanê daxwaz jê kiriye, teqînekê li Hewêlê encam bide.
Li gor wê daxuyaniyê, ku encamdaran berê û li derveyî Hewlêrê li ser çawaniya teqandina narincokê hatine perwerdekirin. Piştre jî encamdarekî, 2 narincok di bin otomêleke kenala Rûdawê danane.